PeyamaKurd – Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku cîbicîkirina peymana berfireh a ku bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hatiye îmzekirin, roja Duşemê (2yê Sibatê) bi fermî dê dest pê bike.
Wezîrê Ragihandinê Hemze Mistefa destnîşan kir ku ev rêkeftin "temamkerê" peymana 18ê Rêbendanê ye û gavên pratîkî yên ji bo yekbûna leşkerî û îdarî li xwe digire.
Li gorî hûrgiliyên peymanê, di nava 10 rojan de zeviyên petrolê yên Rimeylan û Siwêdayê li gel Balafirgeha Qamişloyê radestî hikûmetê dê bên kirin.
Di warê leşkerî de, şervanên HSDyê dê bi sê tûgayan firqeyeke taybet di nav artêşê de ava bikin û hêzên Kobaniyê jî bi firqeya Helebê ve werin girêdan.
Her wiha hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên Wezareta Hundir dê bikevin navendên bajarên Hesekê û Qamişloyê da ku aramiya hundirîn biparêzin.
Di peymanê de parastina mafên Kurdan û entegrekirina saziyên Rêveberiya Xweser di nav dewletê de wekî xalên sereke hatine destnîşankirin.