Şam û HSDyê li Hesekê li ser nexşerêyeke 5 xalan ya ji bo cîbicîkirina peymanê li hev kirin

Dîroka Weşanê :
Şam û HSDyê li Hesekê li ser nexşerêyeke 5 xalan ya ji bo cîbicîkirina peymanê li hev kirin

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku şandeyeke ji Odeya Operasyonan û efserên Artêşa Sûriyeyê li bajarê Hesekê bi nûnerên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re civiyan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev hevdîtin û gerên meydanî “di atmosfereke erênî de” pêk hatine û armanc destpêkirina cîbicîkirina peymana dawî ye li ser erdê.

Li gorî hûrgiliyên lihevkirinê, her du aliyan li ser pênc gavên sereke li hev kirine daku aramiya herêmê misoger bibe.

Di çarçoveya vê nexşerêyê de, hêzên çekdar dê ji navendên sivîlan ber bi “xalên leşkerî yên destnîşankirî” ve vekişin û rêyên giştî ji bo trafîkê werin vekirin.

Her wiha, alî dê bi hevahengî astengiyên betonî û axê rakin û herêmê ji mîn û teqemeniyan paqij bikin.

Xala herî giring a civînê jî “lezkirina pêvajoya entegrekirina şervanan” di nav saziyên leşkerî yên dewletê de bû. Tê payîn ku ev biryar di nava çend rojên pêş de bikevin meriyetê.