Serok Barzanî û Serokê Hizba El-Hel civiyan

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî û Serokê Hizba El-Hel civiyan

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Hizba El-Hel a Iraqî (Hizb al-Hal) Cemal Kerbûlî kir.

Li gorî daxuyaniyê, civîn îro Çarşemê 10ê Kanûna Pêşîna 2025an pêk hat. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û bi taybetî qonaxa piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hatin nirxandin.

Serok Barzanî û Cemal Kerbûlî tekezî li ser wê yekê kirin ku ji bo derbaskirina vê qonaxê, hemahengî û hevkarî di navbera hemû aliyên siyasî de pêwîstiyeke sereke ye.