PeyamaKurd – Siyasetmedarê naskirî yê Iraqî Îzet Şabender, piştî hevdîtina xwe ya li gel Serok Mesûd Barzanî nirxandinên giring kirin. Şabender ragihand ku li gorî mentiqê sîstema siyasî yê Iraqê, posta serokkomariyê mafê rewa yî partiya herî mezin a Herêma Kurdistanê ye.
Îzet Şabenderê ku wekî kesayetiyekî nêzîkî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî tê naskirin, ji Rûdawê re axivî û behsa pêvajoya avakirina hikûmeta nû û hevdîtina xwe ya li Pîrmamê kir.
“Divê serokkomarî ji bo partiya herî mezin be”
Şabender derbarê nîqaşên li ser posta Serokkomariyê de helwêsteke zelal nîşan da û got:
Li gorî sîstema siyasî ya demokratîk û prensîbên mentiqî yên li Iraqê, mafê koma herî mezin a parlemanî ya Herêma Kurdistanê ye ku posta serokkomariyê wergire.“
Her wiha îdiayên ku dibêjin “Posta Serokkomariyê û Serokatiya Parlamentoyê dê bên guhertin“ wekî “xeyal“ bi nav kir û tekez kir ku Serok Barzanî guh nade van gotegotan.
Hevdîtina li Pîrmamê
Şabender, hevdîtina xwe ya 24ê Mijdarê ya bi Serok Mesûd Barzanî re wekî “pêdiviyeke neteweyî û dîrokî“ pênase kir. Wî diyar kir ku helwêsta Serok Barzanî neguheriye û piştgiriya lihevkirina navxweyî ya her pêkhateyekê (Şîe, Sunne, Kurd) dike.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Şabender behsa gefên navneteweyî û desttêwerdana Amerîka û Îranê kir. Wî destnîşan kir ku divê cudahî di navbera “Heşdî Şebî” û “komên çekdar” de bê kirin û kontrolkirina çekan di destê dewletê de be.