PeyamaKurd – Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) derbarê hevdîtina dawî ya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û rayedarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de agahiyên taybet belav kirin.
Li gorî raporê, alî li ser nexşerêyeke pratîkî ji bo cîbicîkirina peymana 18ê Rêbendanê (Çile) gihîştine encamên erênî.
Xala herî krîtîk a vê lihevkirinê girêdana "Hêzên Ewlehiya Hundirîn" (Asayîş) bi Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê ve ye. Li gorî vê nexşerêyê, Asayîş dê wekî hêzeke herêmî ya fermî erka xwe yê parastina navendên bajaran bidomîne, lê dê bi wezareta navendî ve girêdayî be.
Ev pêngav wekî nîşaneya nûnertiya desthilatdariya dewletê û di heman de parastina taybetmendiyên herêmî tê nirxandin da ku îstîqrara îdarî û ewlehî li seranserê herêmê pêk were.