Tenê 12 kîlometreyên Rêya Gesepêdanê di Herêma Kurdistanê re derbas dibe

Dîroka Weşanê :
Tenê 12 kîlometreyên Rêya Gesepêdanê di Herêma Kurdistanê re derbas dibe

PeyamaKurd- Hate zanîn ku li gorî nexşeya projeyê ya ku sala 2024an ji aliyê Encûmena Parêzgeha Nînovayê ve hatiye pesendkirin, tenê beşeke kêm a Rêya Geşepêdanê di nav axa Herêma Kurdistanê re derbas dibe û diçe nav axa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.

Li gorî nexşeya pesendkirî, 12 kîlometreyên wê rêyê di Pêşabûrê re derbas dibe û li xala sînorî ya hevbeş a Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê derdikeve.

Ew awayê derbasbûna wê ya di Herêma Kurdistanê re, mijareke dijwar a li pêşiya danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê ye de ye pêwîste li ser lihevkirin çêbibe.

Ji bo zelalkirina çawaniya derbasbûna rêyê ya di sînorê Herêma Kurdistanê re beriya ku derbasî nav xaka Tirkiyeyê bibe, komîteyeke hevbeş di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hatiye pêkhatin.

Berdevkê Wezareta Veguhestinê ya Iraqê Meysem Safî gotiye, "Komîteya hevbeş çend civîn kirine û ji bo gihîştina bi têgihîştinekê ya li ser rêgeza Rêya Geşepêdanê dê civînên xwe bidomîne."

Dirêjahiya Rêya Geşepêdanê hezar û 187 kîlometre ye, ji Bendera Fawê ya li Besrayê dest pê dike heta ku digihîje sînorê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.

Li gorî nexşeya hatiye amadekirin, tenê 12 kîlometreyên rêyê di gundê Pêşabûrê yê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ya parêzgeha Duhokê re derbas dibe. Li gorî nexşeya niha, kêmtirî ji sedî 1ê rêyê di nav axa Herêma Kurdistanê re derbas dibe.

Endamê Encûmena Parêzgeha Nînovayê Mihemed Kakeyî ragihand: "Eger guherîna rêgeza Rêya Geşepêdanê li nav Nînovayê were kirin, pêwîst e li Encûmena Parêzgehê deng li ser guherîna nexşeyê were dayîn lê eger guherîn li derveyî sînorê parêzgehê be, pêwîstî bi dengdanê nake."

Mesrefê projeyê 17 milyar dolar e û hikûmeta Iraqê dixwaze li gel xetê, boriya veguhestina enerjiyê jî hebe û sala 2050yî temam bibe.

Tê pêşbînîkirin ku dahata wê ya salane bigihîje 4 milyar dolaran.

Di nexşeyê de diyar bûye ku 317 kîlometreyên Rêya Geşepêdanê di parêzgeha Nînovayê re derbas dibe û beriya Pêşabûrê diçe nehiyeya Rebîayê ya li ser sînorê Sûriyeyê.