Mesrûr Barzanî pêswazî li Balyozê nû yê Fînlandayê kir
PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê 9ê Mijdarê pêşwazî li Balyozê nû yê Fînlanda yê Iraqê Antti Putkonen kir.
Serokwezîr Barzanî pîrozbahî li Balyoz Putkonen kir ji ber destbikarbûna wî di posta wî ya nû de û hêviya serkeftinê jê re xwest. Herwiha, piştgiriya tam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo kar û xebata wî nîşan da.
Balyozê Fînlandayê jî amadebûna welatê xwe ji bo bihêzkirina pêwendiyan ligel Herêma Kurdistanê di warên curbecur de anî ziman.
Di hevdîtinê de, çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewşa giştî ya Iraqê û amadekariyên dawî yên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê jî hatin axaftin.
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.