Ezîz Weysî: Di proseya dengdanê de Pêsmerge erka xwe ya ewlehiyê bicih tînin
PeyamaKurd- Fermandarê Hêzên Zêrevanî Ezîz Weysî, derbarê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de ku îro Yekşemê dengdana taybet tê kirin de axivî û got, “Roja dengdana taybet ji bo tevahiya Iraq û Herêma Kurdistanê rojeke dîrokî ye. Îro di dengdanê de ti cudahî di navbera fermandar û Pêşmerge de nîne.” Weysî herwiha bang li welatiyan kir ku di roja dengdana giştî de bi heman coşê beşdar bibin.
Fermandarê Hêzên Zêrevanî Ezîz Weysî îro 9ê Mijdarê proseya dengdana taybet ku hêzên Pêşmerge jî beşdarî dikin nirxand û peyameke girîng pêşkeşî Pêşmerge û welatiyan kir.
Ezîz Weysî got: "Îro dengê me hemûyan wek hev e û ti cudahî di navbera fermandar û Pêşmerge de nîne."
Weysî hêvî xwest ku Pêşmerge bi awayekî aram û rêkûpêk, weke her car, bila biçin ser sindoqên dengdanê û rêkxistina xwe têk nedin.
Fermandarê Hêzên Zêrevanî ev roj weke "rojeke dîrokî" ji bo tevahiya Iraq û Herêma Kurdistanê bi nav kir û anî ziman ku Pêşmerge bi germî pêşwazî li prosesê kiriye. Herwiha bang li welatiyan kir ku di roja dengdana giştî de, di 11ê Mijdarê de, bi heman coş û kelecanê beşdar bibin û got:
"Ez bawer dikim ku ev hilbijartin ji ber pêşbirka xurt, dê bibe werçerxaneke girîng li seranserê Iraqê." Weysî hêviya serkeftinê ji bo prosesê û ji bo Kurdistanê xwest.
Derbarê erka ewlehiyê de, Ezîz Weysî eşkere kir ku zêdetirî 500 xal ji bo Pêşmerge hatine diyarkirin, da ku ligel hêzên ewlehiyê di amadebaşiyê de bin. Ew weke xeta sêyem a berevaniyê, piştî polîs û asayîşê, erkên xwe bi cih tînin. Weysî diyar kir, eger ti rewşeke nexwestî rû bide, Pêşmerge dê ji bo alîkariya hêzên din were agahdarkirin.
Di dawiyê de, Weysî tekezî li ser rola Pêşmerge kir û got: "Karê Pêşmerge qurbanîdana bi jiyana xwe ye û her dem qurbanî dane da ku welatî di aramî û xweşiyê de bijîn."
Proseya dengdana taybet îro serê sibê dest pê kir û heta saet 18:00ê êvarê dê berdewam bike. Biryar e dengdana giştî roja Sêşemê, 11ê Mijdara 2025an, birêve biçe.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.