Îskhak Tepe di 84 saliya xwe de koça dawî kir

Îskhak Tepe di 84 saliya xwe de koça dawî kir

PeyamaKurd- Seyda û siyasetmedar Îshak Tepe, li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê koça dawî kir. Îshak Tepe sala 1941ê li gundê Meydana Modkan ê Bedlîsê ji dayîk bûye û yek ji kesayetên naskirî yên siyaseta Kurd û têkoşîna çandî ya  Kurdan li Bakurê Kurdistanê bû.

Ji salên 1960î ve bi awayekî çalak di qada siyasetê de cih girtiye û sala 1984an jî wekî endamê Meclisa Şaredariya Bedlîsê hatibû hilbijartin û bi salan alîkariya serokê şaredariyê kiribû.

Sala 1992yan bû Serokê Rêxistina DEPê yê Bedlîsê  û piştî girtina DEPê, di HADEPê de wekî Berpirsê Giştî yê Darayî peywir wergirt û karûbarên darayî-îdarî yên partiyê bi rê ve birin.

Kurê Îshak Tepe yê rojnamevan Ferhat Tepe sala 1993yan hatibû revandin û bêserûşûnkirin ku 32 sal bûn ku li edaletê digeriya.

Malbatê doza Ferhat Tepe biribû Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Tirkiye mehkûm kiribû.

Îshak Tepe, herwiha yek ji avakarên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî bû.

Berhemên Îshak Tepe

Sê pirtûkên wî yên ku vegotinên gelêrî û nirxên çandî berhev kirine hene: "Guldeste" (2004), "Apê Kal: Guldesteyek ji Zargotina Kurdî" (2002) û "Mişk û Kêzik: Dabaşa bi Cîhana Tebayan re" (2002).

Ev berhem, kevneşopiya devkî ya Kurdan vediguhezînin çanda nivîskî û hem ji bo mezinan û hem jî ji bo zarokan wekî çavkaniyên hêja tên dîtin.

Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.