Rejîma Îranê wan kesan tehdîd dike ku ji ber şer kêfxweşiya xwe dê li ser medyayê bînin zimên

Rejîma Îranê wan kesan tehdîd dike ku ji ber şer kêfxweşiya xwe dê li ser medyayê bînin zimên

PeyamaKurd – Dozgeriya Parêzgeha Sineyê ragihand ku her cure îfadeya kêfxweşiyê an piştgiriya şerê di navbera Komara Îslamî ya Îran û Îsraîlê de, yê ku di roja xwe ya çaremîn de ye, li ser torên civakî weke tawan tê hesibandin. Ev biryar dê bibe sedema lêpirsînên yasayî ji bo kesên binpêkar.

Li gorî raporeke Saziya Mafên Mirovî ya Hengawê, Dozgeriya rejîma Îranê ya li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê, bi nameyekê hişyarî da ku nîşandana “kêfxweşî an teşwîqa bi armanca têkdana aramiya giştî” dê weke sûc bê nirxandin. Di nameyê de hate diyarkirin ku naverokên li ser torên civakî yên ku “asayişa giştî têk bidin” divê tavilê bêne rakirin, wekî din dê lêkolînên yasayî bên destpêkirin.

Her weha, medyayên fermî yên Îranê ragihandin ku li bajarê Yezdê yê Îranê 5 kes ji ber “têkdana raya giştî” û “hewldana wênegirtina ji cihên qedexekirî” hatine binçavkirin.

Di vê çarçoveyê de, Saziya Îstîxbarata Spaha Pasdaran jî hişyarî da ku “her çalakiyên çandî, medyayî an propagandayî yên bi armanca piştgirîkirina Îsraîlê” dê bi tundî bên cezakirin.

Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.