Beştaş: 'Pêvajoya Îmamoglû sabotekirina banga Ocalan e'

Beştaş: 'Pêvajoya Îmamoglû sabotekirina banga Ocalan e'

PeyamaKurd – Parlamentera DEM Partiya Erziromê û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş derbarê girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu de ji BBC Tirkî re axivî.

Beştaş anî ziman ku ew hemû geşedan sabotajeke li dijî pêvajoya ku bi hevdîtinên Îmraliyê dest pê kiriye.

Beştaş got, ''Ez li ser navê xwe dibêjim ku ev pêngav sabotaj in; Ev sabotekirina hevdîtinan e, ya diyalogê ye, ya banga 27ê Sibatê ya birêz Ocalan e û em ji bo vê sabotajê pûç bikin, ji bo çareseriyê dixebitin.”

Beştaş anî ziman ku "girtina Îmamoglû li gorî delîlên pûç" ti îzaha wê nîne û got, "Ev biryara girtinê bi temamî nayê qebûlkirin."

Beşta rexneyên ku dibêjin DEM di pêvajoya Îmamoglu de bêdeng maye jî red kir û got:

"Ez hewce nabînim ku van bertekan binirxînim ji ber ku ji nûçeyên ku di çapemenî û raya giştî de têne xuyang kirin jî pir eşkere ye ku em li ku ne."

Beştaş, anî ziman ku li hemberî bêhiqûqî, pêkanînên dij-demokratîk û destwerdanên sivîl û siyasî tu carî bêdeng namînin û got ku ji roja destpêkê heta niha bertekên pêwîst dane.

Beştaş got, "Em dizanin ku Kurd bûne koma herî biçûk û rastî êrîşan. Divê ti kes têkoşîna civaka Kurd a demokrasî û aştiyê bipirse, mafê wan tine."

Beştaş anî ziman ku pêvajoya Îmamoglû ji berê ve hatiye plankirin û wiha got:

“Sedema girtinê gumana revînê û destwerdana delîlan e. Em hemû dizanin ku hevwateya vê yekê tune ye û yên ku ev tişt nivîsandine jî dizanin.

"Betalkirina dîplomayê, desteserkirina wî ya di pêvajoya Newrozê de û girtina wî ya di 23ê Adarê de dema CHPê sindoq danîn, gelekî watedar e û nîşan dide ku ev hemû ji berê ve hatine plankirin. Dîrok û xalên zivirandinê weke endezyariya siyasî derdikeve pêşberî me.

 

Di dema Newrozê de bi milyonan Kurd û gelên Rojhilata Navîn daxwaza aştiyê dikin û hêviya aştiyê dikin, pêkanîneke bi vî rengî zerarê dide baweriya demokrasiyê. Herwiha pirsan di mejiyê gelê Kurd de zêde dike."

Beştaş ku Stenbol weke bajarê herî mezin ê Kurdan ê Tirkiyeyê bi nav kir û got, "Mafê dengdanê yê Kurdan tê pirsîn" û lihevkirina Bajarvaniyê di çarçoveya sûcê "terorê" de cih digire.

Beştaş wiha berdewam kir:

“Dibe ku mirov vê encamê derxîne ku nayê xwestin Kurd û Tirk li kêleka hev bin, bi hev re têbikoşin û di çareseriya pirsgirêka Kurd de helwestek erênî nîşan bidin.

"Em di qonaxeke pir dîrokî de ne"

"Lê belê bi milyonan kes li hemberî vê yekê daxwazên xwe yên aştî û demokrasiyê bilind dikin. Ji cihê ku em lê radibin em ê ti carî dest ji israra xwe ya aştî û demokrasiyê bernedin.

Em di qonaxeke gelek dîrokî de ne. Em bi biryar in ku di serdemeke ku firsendeke nû derketiye holê û sînerjiyek xurt derketiye holê di nava deh salên dawî yên pêvajoya çareseriyê de dest ji vê bernedin. Em ê bi israra xwe ya di têkoşîna aştî û civaka demokratîk de jî li dijî van pêkanînan bisekinin."

Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.