Berpirsê SOHRê: Rapirsîyek çêbibe wê Durzî û Elewî HSDê hilbijêrin
PeyamaKurd- Rêveberê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman di hevpeyvînekê de got: "Eger niha rapirsiyek bê kirin piraniya Durzî û Elewiyan dê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hilbijêrin.”
Ramî Ebdulrehman ji televîzyona Meşhedê re axivî û diyar kir, "Hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hene” û got: “Lê Elewiyên peravê ji ku derê hatine ku di nav refên HSDê de bên leşkerkirin? Heta ku di nav Artêşa Erebî ya Sûriyeyê de Turkistanî, Ozbek, Tacîk, ên ji welatên Kendavê û yên ji Bakurê Afrîkayê hebin çi astengî heye ku Elewî û Durzî tevlî HSDê bibin? Hinek hene dixwazin bibêjin ku Kurd, Elewî û Durzî li wê deverê bûne hêzek ji bo kêmaniyan.”
Ebdulrehman diyar kir ku artêşa Sûriyeyê ji hemû pêkhateyan pêk nayê û wiha pê de çû: “Ne asayî ye ku artêşeke niştimanî were avakirin ku pişta xwe bi beşek ji gelê Sûriyeyê ve girê bide û paşê em jê re bibêjin artêşa niştimanî. Li El Bûkemalê fermandarên berê yên DAIŞê niha endamên Asayişa Giştî ne û herwiha li Meyadînê jî wisa ye. Pêdiviya HSDê bi hezaran heye lê çima pêdiviya wê bi hezaran Elewî, Durzî û yên din heye û çima zêdetir girîngî bi Elewî û Durziyan tê dayîn û em girîngiyê nadin Erebên Sunî yên ku li gel HSDê ne? Li Dêrezorê şervanên di nav milîsên Îranî de hene ku niha di refên Asayişa Giştî de ne."
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.