Mesrûr Barzanî: Iraq bixwaze em amade ne elektrîkê bidin

Mesrûr Barzanî: Iraq bixwaze em amade ne elektrîkê bidin

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku, ew di navbera ti bajar û bajarokekî de cudahiyê nakin û ew dê bê cudahî xizmeta hemî aliyan bikin.

Serokwezîr Barzanî li Dihokê ji rojnamevanan re ragihand, “Her tiştekê me kariye, me kiriye, da ku em bikarin ji bo dabînkirina elektrîka 24 saetî ji çavkaniyên xwezayî yên Herêma Kurdistanê sûdê werbigirin.”

Serokwezîr Mesrûr diyar kir: "Wekî hûn dibînin, elektrîka navenda piraniya bajaran bûye 24 saetî.” û got: “Bi qasî ku em dixwazin gazê hilberînin, em dixwazin ji bo dabînkirina elektrîkê alîkariya Hikûmeta Iraqê jî bikin, nexasim jî li deverên veqetandî (navçeyên Kurdistanî)."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir: "Eger Hikûmeta Iraqê bixwaze, em dikarin alîkariya wê bikin û me amadebûna xwe diyar kiriye."

Serokwezîr Barzanî ragihand: “Tevahiya Kurdistanê ji bo me wekî yek e û em di navbera ti bajar û bajarokên Kurdistanê de ti cudahiyekê nakin. Her dera ku em lê bin, projeyên me dê hebin. Heke Xwedê piştevanê me be, em dê projeyên zêdetir û çêtir bixin xizmeta welatiyên Kurdistanê.”

Mesrûr Barzanî got: "Em dixwazin bêhtir ji gaza xwezayî mifayê werbigirin, lê li pêşiyê em dixwazin pêdiviyên welatiyên Kurdistanê dabîn bikin, paşê ew dê ji bo xizmetkirina hemî welatiyên Kurdistanê bibe sermayeyeke girîng."

 

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.