Welatên Bakurê Ewropayê Rûsya wekî gefa yekem bi nav kirin
PeyamaKurd- Serokên welatên Bakurê Ewropayê, Rûsya wekî gefa yekem bi nav kirin.
Serokwezîra Danîmarkayê, Mette Frederiksen, destnîşan kir ku ew niha bi gefa herî mezin a ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve rûbirû ne û tekez kir, Rûsya dixwaze civakên wan qels bike û wan ji hev biqetîne, lê wê tu carî bi ser nekeve.
Serokên Bakurê Ewropayê, digel Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula Von der Leyen, li Stokholmê, paytexta Swêdê, civiyan û piştî civîna Encûmena Bakur (Nordic Council) civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.
Serokwezîrê Swêdê Kristersson got ku wan li ser zêdekirina ewlehiya hevpar û karbidestiya hevrikî di demekê de ku hevkariya Ewropa û Îskandînaviyê ji her demê girîngtir e, nîqaş kirine.
Herwiha Von der Leyen jî diyar kir ku mijarên wekî amadebaşîyê, karbidestiya hevrikî, hevkariya di teknolojiya paqij de û berdewamkirina piştgiriya xurt ji bo Ukraynayê hatine gotûbêjkirin.
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.