Dadgehê 8 sal û 9 meh ceza da parlementera berê ya HDPê Semra Güzel
                    PeyamaKurd – Piştî parêzbendiya parlementera berê ya HDPê Semra Güzel di meclisê de rakirin, dadgehê bi sedema endama rêxistina çekdare û di belga fermî de sextekarî kiriye, ji bo her dû sûcan 8 sal û 9 meh cezayê zîndanê da Güzel û ew tehliye kir.
Dadgeha 22em ya Ceza giran ya Ankara di celsa îro de di rêya video konferansê de îfadê Semra Güzel ji zîndanê sitend.
Dadgehê ji bo endamtiya rêxistinê 6 sal û 3 meh û ji bo di belgê de sextekariyê kiriye (bi nasnama kesekî din hatibû girtin) 2 sal û 6 meh ceza dayê û ew tehliye kir.
Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.