Serok Barzanî pêswazî li Zalmay Xelîlzad kir
                    PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî û Balyozê berê yê Amerîkayê Zalmay Xelîlzad proseya siyasî û hilbijartinên Iraqê û rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Baregeha Barzanî ragihand, Serok Mesûd Barzanî îro 3'yê Mijdarê pêşwazî li dîplomatkar û Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê, Zalmay Xelîlzad kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, di hevdîtinê de, derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li Iraqê û herêmê de danûstandina nêrînan hate kirin.
Herwiha di hevdîtinê de ronahî xistin ser proseya siyasî ya Iraqê, hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê.
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.