Ji Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê ji bo wefata dostê Kurdan Richard Naab

Ji Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê ji bo wefata dostê Kurdan Richard Naab

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 3'yê Mijdarê, ji ber koça dawî ya Kolonel Richard Naab ku dostê Kurdan ê nêzîk bû û di parastina êrîşên Sedam Huseyîn de roleke mezin lîstibû, peyameke sersaxiyê belav kir.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe ya li ser platforma medya civakî Xê weşand de, xemgîniya xwe ya kûr ji bo koça dawî ya Kolonel Naab anî ziman.

Mesrûr Barzanî got: "Ez xemgîniya xwe ya kûr ji bo koça dawî ya Kolonel Richard Naab radigihînim, ku di Operasyona 'Provide Comfort' (Dabînkirina Aramiyê) de alîkariya Kurdan kiribû û dostekî nêzîk ê gelê Kurdistanê bû."

Serokwezîr Barzanî, sersaxî li malbat û hevalên wî kir û diyar kir: "Ez sersaxiyê li malbat û hevalên wî dikim. Hevxemî û serkirdayetiya wî dê ti carî neyê jibîrkirin."

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.