Fermandarê PKKê 7 sal berê jiyana xwe ji dest dabû lê PKK hêj nû agahiya wî dide
                    PeyamaKurd – PKKê ragihand ku endamê rêvebiriya konseya HPGê Sultan Mahmut di sala 2018an de li bajarê Agiriyê jiyana xwe ji dest daye. Baskê leşkerî yê PKKê HPGê ragihand ku bi navê kod Cemşîd Elî Esker bi navê esasî Sultan Mahmut (35) li herêma Çiyayê Agiriyê jiyana xwe ji dest daye.
Di ragihandinê de hat gotin ku fermandarê navborî fermandarê herêma Erzeromê bûye.
Mahmut; li bajarê Helebê hatiye dinyayê, di sala 1999an de tevlî rêxistinê bûye, li Qendîlê perwerde bûye, li Erzerom, Xakurk, Zap, Metina û Haftaninê xebitiye. Di êrîşa ser Kobaniyê ya sala 2014an de tevlî şer bûye.
Di 14ê Nîsana 2018an de li devera Çiyayê Agiriyê di şerê bi artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest daye.
Ajansa AAyê di 21ê Nîsana 2018an de ragihandibû ku di şerê bi PKKê re 16 kesên PKKê jiyana xwe ji dest dane ku yek ji wan jî Mahmut bû.
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.