Hamasê agirbesa ji bo 60 rojan qebûl kir

Hamasê agirbesa ji bo 60 rojan qebûl kir

PeyamaKurd – Rayedarê Hamasê Taher al-Nunu, ragihand ku teklîfa DYAyê ya ku pêşniyarî Hamasê kiribû ya girbesa ji bo 60 rojan qebûl kirine û amadene ku 10 dîlan serbest berdin. Di muzakereyan de jî li ser dewama desteka bo Xezayê û li ser ajotina Filistiniyan ya ji ser axa wan diaxifin. Al-Nunu got:

“Ji bo parastina xelkê me, rawestandina komkujiyê û heya şer bi temamî biqede, alîkariya ku tê kirin ji bo dewam bike îznê bidinê, me toleransê da.

Muzakere li ser 2 mijarên girîng dewam dikin. Yek ji wan dewama alîkariya bê navbere û ya dinê jî rakirina bi zorê ya Fîlîstiyan ya ji ser axa wan e.”

Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.