Daraza Îranê, ji ber Newrozê pîroz kiribûn cezayê zîndanê da 3 Kurdan

Daraza Îranê, ji ber Newrozê pîroz kiribûn cezayê zîndanê da 3 Kurdan

PeyamaKurd – Daraza Îranê bi sedema Newrozê pîroz kiribûn, ji sê salî zêdetir ceza dan sê Kurdên bi navên Osman Abbasi, Heyman Alizade û Şehram Sultani. Di pey de her 3 Kurdan girtin û wan şandin zîndana Miandoabê.

Li gor ragihandina Hengawê; di 14ê Êlûnê de an ku duhî her sê bineciyên gundê Hacîabad a bi ser Şahin Dejê, Abbasi, Alizade û Sultani, ji bo cezayê xwe bikşînin şandine zîndanê.

Sedema ku dadgehê ji bo cezayê wan nîşan da ev e ku:

“Li dijî Komara îslamî propoganda kirine û wekî delîl jî tevlî pîrozbahiya Newrozê bûne û ala Kurdistanê bilind kirine.”

Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.