Wezareta bergiriya DYAye ji bo desteka HSDê 130 milyon dolar pere xwest

Wezareta bergiriya DYAye ji bo desteka HSDê 130 milyon dolar pere xwest

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya DYAyê ji bo desteka HSDê li Rojava ji budça sala 2026an ya DYAyê 130 milyon dolra pere xwest. Pere ji bo perwerdê û techîzata ye. Daxwaz niha li senatoya Amerîkayê li ber dengdanê ye.

Ji bo sala 2026an reşbeleka budça Pentagonê di Meclisa Nûneran de xistin ber dengdanê û bi 196 dengên neyînî bi 231 dengan qebûl bû. Budça Pentagonê ya sala 2026an 848 milyar dolar e.

Di her dû baskên Kongra Amerîka de, ji bo têkoşîna bi DEAŞê re, ji bo Iraqê 213 milyon dolar, ji bo Sûriyê 130 milyon dolar, ji bo Lubnanê 15 milyon dolar bi temamî 358 milyon dolar pere veqetandin.

Di nav reqema ku daxwaz dikin de (130 milyon dolar) ji bo mehaneyan 65 milyon dolar, ji bo perwerde û çekan 15,6 milyon dolar, ji bo desteka lojîstîkê 32,4 milyon dolar, ji bo alav û tamîra tesîsan 15,3 milyon dolar û ji bo xizmetên din 1,5 milyon dolar veqetandin.

Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.