Derbarê êrîşa çekdarî ya li Batmanê de hejmara binçavkiriyan gihîşt 24an

Derbarê êrîşa çekdarî ya li Batmanê de hejmara binçavkiriyan gihîşt 24an

PeyamaKurd – Li navçeya Qubînê ya Batmanê, di êrîşeke çekdarî de li dijî wesayîtekê, dayik, bav û du zarokên wan jiyana xwe ji dest dan. Derbarê bûyerê de lêpirsîn didome û hejmara gumanbarên ku hatine binçavkirin derket 24 kesan.

Bûyer şeva 14ê Îlonê li ser rêya gundê Nêwalê qewimî. Di êrîşê de, wesayîta bi plaqeya 72 EK 339 ku ji aliyê Mehmet Şanlı (65) ve dihat ajotin, rastî êrîşa çekdarî ya kes an kesên nenas hat. Di encamê de, ajokar Mehmet Şanlı, hevjîna wî Takibe Şanlı (43), keça wan Elanur (9) û kurê wan Akın (6) jiyana xwe ji dest dan.

Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Batmanê ve hatiye destpêkirin bi awayekî berfireh dewam dike. Di daxuyaniya Walîtiya Batmanê de hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê de di destpêkê de 4 gumanbar hatine binçavkirin. Piştre, bi kûrkirina lêkolînan re 20 gumanbarên din jî hatin desteserkirin û bi vî awayî hejmara giştî ya binçavkiriyan gihîşt 24an. Hat îdiakirin ku di navbera aliyan de dijminatî hebûye.

Cenaze hatin veşartin

Piştî karûbarên otopsiyê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Batmanê, cenazeyên çar endamên malbatê radestî xizmên wan hatin kirin. Cenazeyê dayik Takibe Şanlı li Goristana Asrî ya Batmanê, û cenazeyên bav Mehmet Şanlı, keça wî Elanur û kurê wî Akın jî li gundê wan Eskihamurê bi girseyeke qelebalix û di nav hêsiran de li kêleka hev hatin veşartin.

Qeymeqamê Qubînê Muhammed Yilmaz û Şaredarê Qubînê Alpaslan Karabulut jî beşdarî merasîma cenazeyan bûn.

Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.