DEM: Em ê beşdarî merasîma çekberdana PKKyê bibin

DEM: Em ê beşdarî merasîma çekberdana PKKyê bibin

PeyamaKurd – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) Ayşegul Doganê diyar kir ku pirsgirêka Kurd ne tenê bi Tirkiyeyê ve sînordar e û rêberê PKKyê Abdullah Öcalan dixwaze çek bi tevahî bên bêbandorkirin û ragihand ku merasîma fermî ya bêçekkirinê dê di 11ê Tîrmehê de li Silêmaniyê, li Herêma Kurdistanê were lidarxistin.

Endama Partiya DEMê Ayşegul Dogan di civîna çapemeniyê de ku îro roja Çarşemê 9ê Tîrmeha 2025an li navenda partiya wê hat lidarxistin, axivî.

Doganê got, "Rûpelekî nû vedibe. Em li ber deriyekî dîrokî ne. Em ne tenê şahidê vê pêvajoyê ne. Ev pêvajo di heman demê de berpirsiyariyên girîng jî li ser me ferz dike. Îro, piştî 26 salan cara yekem, me vîdeoyeke Öcalan dît. Ji ber vê yekê, ev tê vê wateyê ku pirsgirêka Kurd a Tirkiyeyê ne tenê pirsgirêkek Tirkiyeyê ye. Em qala pirsgirêkekê dikin ku ne bi Tirkiyeyê ve sînordar e; ew di heman demê de pirsgirêkeke navneteweyî ye jî."

Doganê, destnîşan kir ku hem Öcalan û hem jî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro hin nirxandinên li ser Partiya DEM kirine û got, "Amadekarî têne kirin ku di nav çend rojan de çek bi tevahî ji kar bên xistin. Daxuyaniyên PKKyê di vî alî de ne."

 

Doganê got, "Di daxuyaniya Öcalan de ravekirinên pir zelal hene. Ew dixwaze çek bi tevahî bên bêbandorkirin," û tekez kir ku "rûpelê nû ya ku di sala 1993yan de neqediyayî ma û niha ji bo berfirehkirina qada siyasî û bêbandorkirina bi tevahî ya çekan tê vekirin, divê neqediyayî nemîne."

Doganê nirxand ku pêvajo ji bo hemû aliyên têkildar bi leza xwe bi pêş ve diçe û got, "Em, wekî hevserok, hevalên me yên parlamenter û şandeya Partiya DEMê, dê di 11ê Tîrmehê de li Silêmaniyê merasîma çekberana PKKyê bibînin, da ku vê gava berbiçav bişopînin."

Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.