Zelenskiy bi Papa Leo yê 14em re hevdîtin kir

Zelenskiy bi Papa Leo yê 14em re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Zelenskiy li Vatîkanê bi Papa Leo yê 14em re hevdîtinekî kir. Mijara wan li ser aştiyê û şerê Ûkraynayê bû. Zelenskiy, ji bo zarokên mexdûr yên Ûkraynayê sipasiya Papa kir, jê re teklîfa civîna aştiyê kir û xwest Papa pê re li hemberê êrîşkariya Rûsyayê tewrê xwe bi hevre deyne.

Zelenskiy ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir û got:

“Min bi Papa 14em Leo re civînekî vatedar û kûr kir. Diayên ji bo Ûkraynayê tên kirin û desteka tê dayîn ji bo me gelek bi qiymetin. Em hê jî dixwazin di asta lîderan de civîna aştiyê bibe. Hedefa me rawestandina êrîşkariya Rûsyayê û aştiyeka mayînde ye. Moskova çawa daxwaza hewlên aştiyên dinan red kiriye, niha dê wê jî red bike.”

Zelenskiy ragihand ku ew Papa Leo yê 14em dawetî Ûkraynayê kiriye, ji bo desteka Papa ya zarokên Ûkraynayê ku ji aliyê Rûsya de dest danîbû ser wan ku wan bi paş de aniye û wan li Îtalyayê xistiye desteka rehabilitasyonê sipasiya Papa kir.

Vatîkanê li ser seredana Zelenskiy ragihand ku ew amade ne ji terefê Rûsya û Ûkraynayê bo hevdîtinên aştiyê her dû terefan pêşwazî bike û di navbera her dû terefan de aştiyê û guherîna dîlan bike.

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.