Di qeza li bajarê Kîlîsê de 12 kes birîndar bûn

Di qeza li bajarê Kîlîsê de 12 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Kîlîsê li ser rêya Kîlîsê û navça Elbeyliyê di km ya 13an de, mînîbusekî û otomobîlekî li hev ketin û di encamê de 12 kes birîndar bûn. Mînîbus ji destê ajotvan derket û wergeriya zeviya qerexê rê.

Qeza, ber destê êvarê qewimî. Tîmên pêwendîdar birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Prof. Dr. Alaeddin Yavaşca.

Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.