Afganistan û Pakistan car din li ser sînor li hev xistin

PeyamaKurd – Li ser sînorê navbera her dû dewletan yê Pakistan û Afganistanê, li Xeta Durandê ku sînorê di navbera her dû dewletan de tê qebûlkirin, şer derket. Şer di navbera artêşa Pakistanê û hêzên Talîbanê de derket.
Li gor ragihandina Tolo News ku ya Kabîlê ye, di ser hesabê xwe yê Xê de xeberê belav kir û got ku şerê navbera her dû terefan car din geş bûye.
Berdevkê parêzgeha Hostê yê Afganistanê ji bo Tolo Newsê ragihand ku hêzên Afganistanê li ser Xetta Durandê êrîşê hêzên Pakistanê kirine. Berdevk got ku hêzên Pakistanê ji berê de ji bo êrîşê amade bûne, êrîş bi ser neketiye lê şer hêjî dewam dike.
Geo News a ku navenda wê Karaçiye, ji devê hêzên Pakistanê ragihandiye ku hêzên Afganistanê li ser sînor li Kurramê êrîşê artêşa Pakistanê kirine û sedemekî ji bo êrîşê nîne.
Çavkaniyên Pakistanê ragihandine ku artêşa Pakistanê bi tundî bersivê daye Afganistanê, di şer de gelek baregehên Afganistanê zerarê dîne, tankeka wan îmha kirine.
Di 9ê Cotmehê de jî di navbera her dû dewletan de şer derketibû û ev şer jî weka dewama wî şerî xwuya dike.
Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.




