Serokê meclisa Tirkiyê Numan Kurtulmuş bi serokkomarê Pakistanê bi Zerdari re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokê meclisa Tirkiyê (TBMM) Numan Kurtulmuş, li bajarê Îslamabad a Pakistanê, di çarçova civîna serokên parlementoyên Azerbaycan, Pakistan û Tirkiye de, bi serokkomarê Pakistanê bi Asıf Ali Zerdari re civiya û behsa girîngiya hevkariyê kirin.
Ji Tirkiyê serokê meclisê Kurtulmuş, serokê meclisa Pakistanê Serdar Ayaz Sadık û seroka meclisa Azerbeycanê Sahiba Gafarova li baregeha serokkomarê Pakistanê bi serokê Pakistanê bi Zerdari re hevdîtin kirin.
Behsa naveroka hevdîtinê nekirin lê di demên dawiyê de û ji mêj de, têkiliyên navbera Tirkiyê û Pakistanê ji wexta peymana CENTOyê de geşin ji ber Pakistan, Îran û Iraq xwediyê gelek neteweyane, desthilat di navbera xwe de li hemeberê neteweyên ku ne xwediyê mafên netewî ne, daîma di nava hevkariyê de ne.
Tirkiye, di demên dawiyê de li hemberê Hindistanê destekê dabû Pakistanê û niha navbera Pakistan û Afganistanê gelek nexweşe.
Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.




