Dîndar Zêbarî li Cenevê axivî: Kurdistan xwedîtiyê li bêhtirî 865 hezar penaber û koçberan dike

PeyamaKurd - Berpirsê Rêkxistina Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî îro Pêncşemê li Koçka Wilsonê ya Cenêvê tevlî nîqaşkirina raporên Peymana Mafên Zarokan bû û rapora Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser mafên mirovan û mafên zarokan li Herêma Kurdistanê xwend.
Zêbarî diyar kir, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê li Nîsana 2023ê "Siyaseta parastina zarokan pejirandiye, ku armanca parastina zarokan ji hemî rengên tundûtîjî, destdirêjî û paşguhkirinê ye."
Li ser asta dadweriya girêdayî ciwanan jî, jiyê berpirsiyariya sûcan ji bo 11 salan hatiye bilindkirin û bicihanîna sizayê sêdaredanê li ser zarokan hatiye qedexekirin.
Dîndar Zêbarî ji bo kesên di bin 18 saliyê de ne û bi komên çekdar ve girêdayî ne got, "Wekî qurbanî serederî bi wan re tê kirin, Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan lîstek amade kiriye ku zêdetirî 100 zarokên windabûyî yên Helebçeyê vedigire, ji sala 1988ê bi merema eşkerekirina çaenivîsa wan.”
Zêbarî li ser tevlîkirina sêwîyan jî got, “Di çarçoveya bizavên dabînkirina cihê manê de, hikûmetê 20 hezar yekîneyên akincîbûnê ji bo kesên kêmdahat terxan kirine, ji wan jî yên ku sêwî ne û jiyê wan digehe 18 saliyê, da ku heta jiyê 24ê saliyê li wir bijîn.”
Di warê perwerdeyê de jî, di çarçoveya bernameya Vegera ji bo Xwendinê de 33 hezar û 271 zarok ji bo xwandinê hatine vegerandin.
Berpirsê Rêkxistina Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser zewaca keçên di bin jiyê qanûnî de jî got, “Di çarçoveya berhingarbûna zewaca keçên di bin jiyê qanûnî de, dadgehan berê xwe daye 313 dozan, ku piraniya wan li kampên awareyan bûn, tîmên meydanî ji bo lêkolîn û tedbîrên qanûnî hatine pêkanîn.”
Dîndar Zêbarî eşkere kir ku, ji bo rûbirûbûna bazirganîkirina bi mirovan jî kampanyayeke neteweyî hatiye destpêkirin, bi vî awayî serdana 223 kompaniyan hatiye kirin, 15 doz ji dadgehê re hatine şandin, 79 kes hatine girtin û 12 ji wan hatine sizadan.
Herwiha Zêbarî destnîşan kir, Herêma Kurdistanê mêvandariya zêdetirî 865 hezar koçber û penaberan kiriye û hikûmet ji sedî 80yê pêdiviyên wan ên bingehîn dabîn dike.
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




