Droneke Îranê li serê Çiyayê Qereçoxê ket xwarê

PeyamaKurd – Îro, roja Şemiyê, 21ê Hezîrana 2025an, berpirsekî ewlehiyê ragihand ku droneke Îranê li ser çiyayê Qereçoxê, nêzîkî navçeya Mexmûrê ya parêzgeha Hewlêrê, ket xwarê. Wî berpirsî diyar kir ku ew drona ku ji aliyê Rojhilatê Kurdistanê dihat, piştî nîvro li serê çiyê ketiye xwarê.
Ji 13ê Hezîranê ve, ji ber şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, çend dronên Îranê yên ku ber bi Îsraîlê ve diçûn li Hewlêrê hatine xistin. Tê gumankirin ku ev dron ji ber têkçûna teknîkî an desttêwerdana derve ketibe xwarê.
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê lêkolînê li cihê bûyerê didomînin.
Ev nivîs 129 car hatiye xwendin.




