Bi sîlih li serokê Rêxistina Muxtaran ya Farqînê xistin

Bi sîlih li serokê Rêxistina Muxtaran ya Farqînê xistin

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê (Amed) li navça Farqînê (Silvan) kesekî nasnama wî nediyar bi çekê li serokê Rêxistina Muxtaran ya Farqînê li Murat Ateş xist ji serê wî, ew giran birîndar kir. Bûyer ber destê êvarê li Farqînê li ciyê Çarşiya Jêrîn qewimiye. Kesê li serokê rêxistinê xist reviyaye.

Li ser bûyerê tîmên tenduristiyê û polîsan çûn ciyê bûyerê. Birîndar birin nexweşxanê û ji ber rewşa wî giran bû ew şandin Diyarbekir nexweşxanê. Li ser bûyerê lêpirsîna polîs dewam dike.

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.