HSDyê û Koalîsyonê li Reqayê operasyonek da destpêkirin
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro Şemiyê ragihand ku wan bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê operasyoneke ewlehiyê ya berfireh li bajarê Reqayê daye destpêkirin. Armanca sereke ya operasyonê ji holê rakirina şaneyêşên DAIŞê ye.
Li gorî daxuyaniya HSDyê, operasyon bargeh û stargehên DAIŞê yên li bajarê Reqayê dike hedef.
Di daxuyaniya HSDyê de hate gotin ku ew bi piştgiriya tevahî ya hêzên Koalîsyonê li dû bermahiyên terorîstan in.
HSDyê piştrast kir ku operasyon hîn jî berdewam dike û piştî lêkolînên meydanî û nirxandinên gefê dê agahdariyên nû werin belavkirin.
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.