Jina Kurd bi gulebarana hêzên Îranê hate kuştin
PeyamaKurd- Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku îro 27ê Cotmehê roja Duşemê jina Kurd Leyla Elîremayî ya ji gundê Bêsaran a ser bi bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê, di encama gulebarana rasterast ya pasdarên Îranê de hate kuştin.
Rêxistinê da zanîn ku Leyla Elîremayî 35 salî û dayîka du zarokan bû.
Hate diyarkirin, kujerê bi navê Keywan Basemî endamê artêşa Pasdarên Îranê ye. Buyer li bajarokê Hîcret bi nasnav Cucesaz ya li dorûberê Merîwanê rû daye.
Rêxistinê destnîşan kir, hêzên ewlehiyê piştî bûyerê zext li malbata Elîremayî kirine ku ji axaftina bi rêxistinên mirovî dûr bisekinin û herwiha îşkence û tundî jî li wan hatiye kirin.
Rêvebera Rêxistina Parastina Jinan ya Atna Zehra Îftîxarzade ragihand ku ji destpêka salê ve 63 jin li bajar û navçeyên cuda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine kuştin.
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.