Li Agiriyê ambûlans û kamyonet li hev ketin: 7 kes birîndar bûn

Li Agiriyê ambûlans û kamyonet li hev ketin: 7 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Ambûlansa ku ji navça Xamûrê diçû bajarê Agiriyê, seet di 16.20an de bi kamyonetekî re li hev ket û di encamê de 7 kes birîndar bûn. Ji birîndaran talûka mirinê ya birîndarên bi navên F.Ç. û H.A. hene.

Di qezayê de ajotvanê ambûlansê S.A. û her sê kesên di ambûlansê de bûn yên bi navên F.Ç, F.Ç., H.G., ajotvanê kamyonetê H.A. û rêwiyên pê re bûn yên bi navên T.A., S.A. birîndar bûn.

Tîmên çûn ciyê bûyerê, birîndaran birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya bajarê Agiriyê. Ji bilî her dû birîndaran rewşa birîndarên din baş e.

Bi sedema qezayê rê ji bo çûnûhatê hatibû girtin lê piştî erebeyan ji nava rê rakirin, rê jî bo çûnûhatê vebû.

Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.