Li Amedê otomobîla ji polîs reviya qeza kir: 7 birîndar

Li Amedê otomobîla ji polîs reviya qeza kir: 7 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê, otomobîla ku ji ciyê kontrola polîs reviya, li 2 otomobîlên polîsan û otomobîlekî dinê xist û rawestiya. Di encamê de 7 kes birîndar bûn lê di otomobîlê de maddeyên hişbir hatin dîtin.

Polîs di otomobîlê de legerînê kir û hinek maddên hişbir ket destê polîs. Di otomobîlê de 3 kes û di otomobîlên din de jî 4 kes birîndar bûn.

Bûyer li ser rêya Diyarbekir- Farqînê li ciyê kontrola polîs de qewimî. Li ser qezayê, tîmên polîs, cendirme û tenduristiyê gihan ciyê qezayê.

Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên bajêr û lêpirsîna qweza û maddên hişbir dan destpêkirin..

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.