Li bajarê Erzeromê 53 koçber hatin girtin

Li bajarê Erzeromê 53 koçber hatin girtin

PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê di rêya qaçax de 53 koçberên derbasî Tirkiyê bûn, ji aliyê tîmên cendirmeyan de hatin girtin. Tîmên cendirmeyan 46 Afganî, 3 Sûriye, 2 Bangladeşî û yên ji welatên din gihabûn heya Erzeromê, wan girtin û 4 kesên ku wan organize dikin jî hatin binçavkirin.

Parêzgeriya bajarê Erzeromê li ser mijarê daxwuyanî da û got ku tîmên cendirmeyan yên alaya Erzeromê xebatên xwe yên li dijî karên qaçax û koçberiyê dewam dikin. Di xebatên meha borî de 53 koçberan girtine.

Koçberan şandine navça Aşkale, navenda paşdeşandinê û wan teslîmî rêvebiriya koçberan kirine.

Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.