Li Bismilê 2 malbat li ser erdan pev çûn: 6 kes birîndar bûn

Li Bismilê 2 malbat li ser erdan pev çûn: 6 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Taxa Senayiyê ya navçeya Bismilê ya Diyarbekirê, du malbatan de li ser erdan nîqaşê dest pê kir û di demeke kurt de veguherî pevçûneke bi çek, dar û keviran.

Piştî agahdarkirinê, gelek tîmên polîs û karmendên tenduristiyê zû sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Polîs û welatiyên derdorê hewl da kesên tev li şer bûn ji hev bikin.

Karmendên tenduristiyê li cihê bûyerê alîkariya ewilî dan 6 kesên birîndar û bi dû re ew ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya li Bismilê.

Hat ragihandin ku dema ku birîndar li beşa lezgîn dihatin dermankirin, polîsan  li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê wergirtin. Lêpirsîna derbarê bûyerê de didome.

 

Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.