Li çiyayê Geverê pezkûvî bi keriyan digerin

PeyamaKurd – Pezkûvî ku tê vateya pezê yabanî an ku pezê nehatiye kedîkirin, di nav dîroka çanda devkî bi taybetî di nava kilam û destanên Kurdî de gelek gelek caran derbas dibe. Li gelek deverên Kurdistanê bi taybetî di çiyayan de dijîn.
Vê carê gundiyên bajarê Hakkariyê yên navça Geverê (Yükserova) li gundê Alyawa (Ağaçlı) rastî keriyên pezkûviyan hatine. Gundî karibûne bi kamera telefona destî dîmenên wan qeydbikin û wan dîmenan bixin ber dîdariya temaşevanan.
Pezkûvî, bi taybetî li çiyayên Geverê hatin dîtin ku çawa bi keriyan digerin. Eger kes dengê xwe ji wan re neke dikarin dakevin heya nava gundan û kolanên bajaran.
Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.




