Li Dêra Zorê 2 şervanên HSDyê can da
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) roja Şemiyê ragihand ku di operasyonên leşkerî yên li dijî şaneyên DAIŞê de li gundewarê Dêra Zorê, du şervanên wan jiyana xwe ji dest dane. Ev bûyer di demekê de pêk tê ku êrîşên rêxistina DAIŞê li herêmê di hefteyên dawî de zêde bûne.
Li gor daxuyaniya fermî ya HSDyê, yek ji van şervanan di encama teqîna bombeyekê de canê xwe ji dest daye ku di wesayîta wî de hatibû bicihkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şervanê me dema ku li pey bermayiyên şaneyên terorîst ên DAIŞê bû, di encama teqîna bombeya ku di wesayîta wî de hatibû çandin, şehîd bû."
Derbarê şervanê duyemîn de, HSDyê tenê ragihand ku wî "dema pêkanîna erkên xwe yên leşkerî" di bûyereke cuda de canê xwe ji dest daye, lê hûrgiliyên zêdetir nehatin eşkerekirin.
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.