Rojhilatê Kurdistanê: Rêvebera dibistanekê ji ber sirûda Helebçeyê ji kar hat dûrxistin
PeyamaKurd – Li bajarê Ciwanroyê yê Rojhilatê Kurdistanê, rêveberiya perwerdehiyê ya rejîma Îranê rêvebera dibistanekê û cîgira wê ji ber ku xwendekaran ji bo bîranîna komkujiya Helebçeyê sirûdeke Kurdî xwendibûn, ceza kir. Rêvebera dibistanê ji kar hat avêtin û pileya cîgira wê hat daxistin.
Bûyer di 13ê Adara 2025an de li Dibistana Keçan a Firdewsê pêk hatibû. Di çarçoveya bîranîna salvegera komkujiya Helebçeyê de, xwendekaran bi hevkariya cîgira rêveberê, Mehrî Xusrevîzadeyê sirûda bi navê "Rêya Xebat" xwendin û li ser hoparlorên dibistanê belav kirin. Belavbûna vîdeoya çalakiyê li ser torên civakî bû sedema bertekên berfireh.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê belav kirine, li ser zexta hêzên ewlehiyê yên Îranê, Rêvebera Dibistanê Zeytûn Kehzadî ji karê xwe hat bidûrxistin û cîgira wê Mehrî Xusrevîzade jî bi daxistina pileyê hat cezakirin.
Çavkaniyekê her wiha diyar kir ku mamosteyên din ên dibistanê neçar hatine hiştin ku soznameyekê îmze bikin ku careke din çalakiyên bi vî rengî li dibistanê pêk neynin.
Sirûda "Rêya Xebat"ê ku ji aliyê xwendekaran ve hatibû gotin, di eslê xwe de sirûdeke Rûsî ye ku ji aliyê Pêşmerge Aram ve bo zimanê Kurdî hatiye wergerandin û di nava tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de xwedî cihekî sembolîk e.
Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.