Li Efrînê perwerdehiya bi Kurdî bi fermî hat rawestandin
PeyamaKurd – Bi biryareke ku rastî nerazîbûnên berfireh hat, Wezareta Perwerdehiyê ya ser bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ve, perwerdehiya bi zimanê Kurdî li hemû dibistanên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi temamî rawestand. Ev pêngava ku bi destpêka sala nû ya xwendinê ya 2025-2026an re kete meriyetê, weke "derbeyeke li nasnameya çandî" ya herêmê tê nirxandin û nîqaşên li ser siyaseta ziman û asîmîlasyonê ji nû ve gurr kir.
Li gorî çavkaniyên herêmî, ev biryar bi awayekî bêdeng û bêyî daxuyaniyeke fermî, bi hinceta "yekkirina mifredatê" li herêmên di bin kontrola opozîsyonê de, hatiye sepandin. Mamoste, xwendekar û welatiyên Efrînê bi daxwaznameyeke fermî daxwaza betalkirina biryarê kirin û tekez kirin ku zimanê Kurdî ne tenê dersek e, lê "beşekî bingehîn ji nasnameya wan e."
Guherîna demografîk û siyaseta perwerdehiyê
Berî operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê di Adara 2018an de, Efrîn weke yek ji navendên sereke yên pêşxistina çand û zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dihat dîtin. Piştî sala 2012an, perwerdehiya bi zimanê Kurdî li herêmê bi awayekî fermî dest pê kiribû û heta zanîngehek bi navê "Zanîngeha Efrînê" hatibû damezrandin.
Lêbelê, piştî kontrolkirina herêmê, pergala perwerdehiyê bi awayekî sîstematîk hate guhertin. Di destpêkê de hejmara dersên Kurdî hatin kêmkirin û giringî li ser zimanên Erebî û Tirkî hate zêdekirin. Bi biryara dawî re, zimanê Kurdî bi temamî ji mifredatê hate derxistin. Ev yek di demekê de pêk tê ku bandora saziyên perwerdehiyê yên Tirkiyeyê li herêmê zêde dibe.
Bertek û bangawaziyên naxweyî û navteneweyî
Biryara rawestandina perwerdehiya Kurdî rastî bertekên tund hat. Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ev pêngav şermezar kir û ew weke "binpêkirina mafên bingehîn ên mirovî" bi nav kir. Wan bang li Hikûmeta Demkî kir ku demildest ji vê biryarê vegere.
Li ser asta navneteweyî jî, Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê mijarê de daxuyanî da. Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY, Ferhan Heq diyar kir: "Sekreterê Giştî bi xurtî di wê baweriyê de ye ku mirovên li her deverê cîhanê xwedî maf in ku bi zimanên ku dixwazin biaxivin û pê perwerde bibin." Heq her wiha tekez kir ku divê mafên zimanî yên bingehîn ên mirovan bên parastin.
Şêniyên Efrînê bi rêya daxwaznameyekê ku pêşkêşî rayedarên herêmî kirine, daxwaz dikin ku mamosteyên zimanê Kurdî vegerin ser karên xwe û ev mafê çandî yê bingehîn ji zarokên wan re were misogerkirin. Çavdêr diyar dikin ku ev biryar ne bi tenê perwerdehiyê dike hedef, lê di heman demê de hewleke ji bo lawazkirina nasname û pêwendiya nifşên nû bi zimanê wan ê dayikê re ye.
Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.