Li Dêra Zorê Operasyona HSD û Koalîsyonê 5 gumanbarên DAIŞê girtin
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîkayê, di operasyoneke ewlehiyê ya hevbeş de pênc endamên şaneyên DAIŞê li rojhilatê Dêra Zorê girtin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyeke leşkerî ji ajansa nûçeyan a North Pressê re ragihand, operasyon duh şeva Çarşemê bi piştgiriya çavdêriya asmanî ya ji aliyê firokeyên bêmirov (dron) û helîkopteran ve pêk hat. Operasyonê bi taybetî li taxên Suma, Huweyş û Farisê yên bajarokê Xeranîcê kom bû.
Heman çavkaniyê da zanîn ku du kesên dihatin xwestin, hewl dan li taxa el-Huweyşê birevin. Di encama destwerdana hêzên ewlehiyê de, yek ji wan hate gulebarankirin û birîndar bû, yê din jî di dema şopandinê de hate kuştin. Çar kesên din jî di serdegirtinên cuda de li heman herêmê hatin desteserkirin. Hêzên operasyonê dest danîn ser çek û teqemeniyên ku di destê gumanbaran de bûn.
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.