Serokwezîr: Projeya Kembera Kesk a Hewlêrê wê aboriya Kurdistanê xurt bike

Serokwezîr: Projeya Kembera Kesk a Hewlêrê wê aboriya Kurdistanê xurt bike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku Projeya Kembera Kesk a Hewlêrê wê aboriya Herêma Kurdistanê xurt bike û ji bo ciwanan kar biafirîne.

Roja Pêncşemê, 30ê Cotmeha 2025an (îro), Serokwezîr Barzanî dara yekem ji bo Projeya Kembera Kesk li Hewlêrê çand û bersiva pirsên çapemeniyê da.

Serokwezîr feydeyên Projeya Kembera Kesk şîrove kir û got, "Projeya Kembera Kesk a Hewlêrê wê aboriya Herêma Kurdistanê xurt bike, ji bo ciwanan kar biafirîne û sektora çandiniyê pêş bixe."

Mesrûr Barzanî projeyê wekî "projeyek jîngehê ya bêhempa û mezin" li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û heta li seranserê cîhanê bi nav kir û got ku proje wê bandorek pir erênî li ser avhewayê bike û jîngehek paqijtir û saxlemtir ji welatiyan re peyda bike.

Mesrûr Barzanî, tekez li ser feydeyên jîngehê yên projeyê û herwiha aliyên wê yên aborî kir diyar kir ku darên çandinî wê berhem bidin ku dikarin "bibin sedema pêşkeftina sektora çandiniyê, feydeyên mezintir ji bo xelkê herêmî peyda bikin û karên nû biafirînin."

Derbarê têkilî û hevkariya bi Hikûmeta Iraqê re, Serokwezîr diyar kir, "Me her tim amadebûna xwe ji bo alîkariya hemû Iraqê nîşan daye."

Li gorî Serokwezîr, destkeftiyên Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê elektrîk û dabînkirina enerjiyê de, dikarin bibin mînakek ku çawa, dema ku bi dilsozî werin kirin, "karên baş ji welatiyan re têne peydakirin."

Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê amade ye ku bi awayekî erênî bersiva daxwaza Hikûmeta Federal a Iraqê ya ji bo alîkariyê bide da ku xizmeta gel bike.

Derbarê hilbijartinên parlamentoya Iraqê yên pêşerojê de, Serokwezîr got, "Em ê bi awayekî çalak beşdarî hilbijartinên Iraqê bibin û bawer dikin ku namzetên PDKê wê bikaribin mafên gelê Herêma Kurdistanê biparêzin û ji bo pêkanîna polîtîkayên ku gelê Kurd eleqedar dikin bixebitin."

Mesrûr Barzanî tekez kir ku nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) mafên hemû Iraqiyan û Herêma Kurdistanê diparêzin.

Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.