HSDê bersiva îdiayên Sûrî yên "du leşkerên me hatine kuştin" da

HSDê bersiva îdiayên Sûrî yên "du leşkerên me hatine kuştin" da

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îdiayên Wezareta Parastinê ya Sûriyê yên ku dibêjin "du leşker li dora Bendava Tişrînê hatine kuştin" red kirin û diyar kirin ku bûyer ji ber teqîna mayînekê çêbûye.

Wezareta Parastinê ya Sûriyê îdia kir ku HSD êrîşî çeperek artêşa Sûriyê li dora Bendava Tişrînê kiriye û got, "Du leşkerên me hatin kuştin û yek jî birîndar bû." Di daxuyaniya Wezaretê de hat îdiakirin ku HSD, hemû peyman û têgihîştinên berê red kirine, çeperên artêşê hedef girtine û endamên xwe kuştine.

Berevajî vê, HSD îdiayên Wezareta Parastinê ya Sûriyê red kir. Di daxuyaniya xwe de, HSD diyar kir ku mirin ji ber teqîna mayînekê li herêma diyarkirî çêbûne û tu eleqeya hêzên wê di bûyerê de wan bi wan re tune ye. Herwiha tekez kir ku ew ê pabendî prensîba kêmkirina aloziyê û parastina aramiyê li ser xetên têkiliyê bibin.

Ev pêşketin bi çend dubarebûnên dawî yên aloziyan di navbera HSD û artêşa Sûriyê de re hevdem in. Di vê navberê de, pêvajoya entegrasyona HSD bi artêşa Sûriyê re berdewam dike. Çavkaniyek ji Rêveberiya Xweser ji Rudawê re got, "HSD vê dawiyê navnîşek fermandarên ku li dijî DAIŞê şer kirine radestî hikûmeta Sûriyeyê û Hevpeymaniya Navneteweyî kir bi mebesta ku wan tevlî artêşa Sûriyeyê bikin." Wekî beşek ji vê pêvajoyê, tê plankirin ku 70 fermandarên HSD tevlî artêşa Sûriyeyê bibin.

HSD ji dezgehên medyayê xwest ku agahiyan piştrast bikin û xwe bispêrin çavkaniyên pêbawer û hişyarî da ku çîrokên derew dikarin hem rageşiyê zêde bikin û hem jî raya giştî bixapînin.

Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.