Li Dihê (Erûh) di pevçûna çekdarî de bav hat kuştin û kurê wî birîndar bû

PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê li navça Dihê (Eruh) li gundê Bûkta (Dönerdöver) du grûb pevçûn û paşî bi çekan li hev xistin. Di encamê de kesê bi navê S.K. (72) û kurê wî yê bi navê E.K. (18) giran birîndar bûn.
Dema tîmên cendirmeyan û 112an yên teduristiyê çûn ciyê bûyerê, dîtin ku S.K. jiyana xwe ji dest daye. Kurê wî E.K. bi helîkoptera leşkerî birin nexweşxana bajarê Sêrtê ya Lêkolîn û Perwerdê.
Cenazê S.K. ji bo otopsiyê birin morga nexweşxana dewletê ya navça Dihê (Eruhê).
Piştî bûyerê, gumanbarê bi navê H.S.S. çû teslîmê baregeha cendirmeyan bû.
Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.




