Li keleha Zêrzewanê pergala belavkirina avê ya 1800 salî hat dîtin

PeyamaKurd – Li Keleha Zêrzevanê ya 3 hezar salî ya li Diyarbekirê, pergala belavkirina avê ya 1800 salî hat dîtin.
Keleha 13 kîlometreyan dûrî navçeya Çinarê ya Diyarbekirê ye, li ser girê zinaran e û wekî niştecîheke leşkerî ya Romayê hatiye avakirin. Perestgeha Mîthrasê ya dawî ya cîhanê jî li vir e.
Di sala 2020î de keleh kete Lîsteya Berwext a Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê. Xebatên kolanê bi piştgiriya saziyên curbicur ji 2014an ve li kelehê dewam dikin. Heta niha sûrên 15 metro bilind, birca çavdêriyê, dêr, avahî, gor, qanalên avê û 63 sarincên avê hatin dîtin.
Pergala avê ya nû keşifkirî ava sarincan digihîne avahiyan û Perestgeha Mîthrasê. Prof. Dr. Aytaç Coşkun diyar kir ku ev sîstem bi kûngên axê yên pijyayî û bi zextê avê belav dike, ji bo wê serdemê nûbûnek e.





