Li Kerkûkê zarokê bi destê çekdarekî Heşda Şeibî hat kuştin

PeyamaKurd- Li parêzgeha Kerkûkê, zarokeke 11 salî bi sedemeke nediyar ji aliyê çekdarekî Heşda Şebî ve hat kuştin.
Hate ragihandin ku li parêzgeha Kerkûkê, îro 10ê Hezîranê zarokeke 11 salî bi navê Muhened Heyder bi sedemeke nediyar ji aliyê çekdarekî Heşda Şebî ve hat kuştin.
Bavê Muhemed ji medyaya navxweyî ya Iraqê re ragihand, "Kurê min 11 salî ye, li gundê Brîcê, li nêzîkî xala kontrolê ya Fetheyê li başûrê rojavayê Kerkûkê, ji aliyê çekdarekî Heşda Şebî ve hat birîndarkirin."
Bavê zarokê eşkere kir, "Kurê min dema ku ji aliyê çekdarekî Heşda Şebî ve hat gulebarankirin li nêzî xaleke kontrolê dileyîst. Piştî birîndar bû ew rakirin nexweşxaneyê lê li wê derê mir."
Bavê Muhemed got, “Termê wî ji bo pizişkiya dadê hatiye veguhastin, ji bo ku rêkarên qanûnî bên bicihanîn.”
Li gorî çavkaniyeke ewlehiyê, hêzên ewlehiyê rûpelên lêpirsînê li ser wê bûyerê û sedema wê vekirine û ew çekdarê Heşda Şebî jî hatiye girtin, ku xelkê devera Şulyê ya Bexdayê ye.
Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.




