Li Şirnexê 5 dever ji bo 9 rojan ji bo çûnûhatê hatin qedexekirin

Li Şirnexê 5 dever ji bo 9 rojan ji bo çûnûhatê hatin qedexekirin

PeyamaKurd – Parêzgeriya bajarê Şirnexê li naça Beytuşebabê li 5 deveran ji bo 9 rojan ji bo çûnûhatê hatin qedexekirin. Parêzgeha Şirnexê bi nivîskî navê her 5 deveran da û got ku bo çûnûhatina wan deveran divê ji parêzgehê an ji hêzên asayîşê îznê bistînin. Navên deverên li Beytuşebabê ji bo 9 rojan hatin qedexekirin ev in:

Pertewîn (Dilekyolu), Mîrkitik (Tuzluca), Ayrancı, Karçana (Çığlıca) û İncebeldağları.

Qedexe di navbera 27ê Hezîranê û 5ê Temmûzê de ye.

Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.