Kesekî rahîbekî Xîrîstiyan li çarmixê xist û kuşt

PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaleta Arizonayê li devera New River bûyerekî ecêb qewimî. Rahîbekî 76 salî di mala xwe de li çarmixê xistî hat dîtin ku miribû.
Kujerê wî hat dîtin û di îfadên polîs de kiryarên xwe qebûl kir. Kujer gotiye ku li seranserê welat plan kiriye ku 14 rahîban bikuje û ev jî ‘ji bo Îsraîlê ji xerabiyan safî bike, fermanekiye hatiye dayîn’.
Pastör Bill Schonemannê 76 salî di mala xwe de di nav xwînê de mirî hat dîtin. Di lêkolînê de dîtin ku ew li çarmixê xistine û tacekî bi dirî danîne serê wî. Di guhê wî de remzekî hat dîtin ku ji Îsraîliyan qebîleyekî temsîl dike.
Piştî bûyerê kujer Adam Christopher Sheafe (51), piştî demekî li ser bûyerekî ku li Sedonayê qewimî hat destserkirin. Ji zîndanê daxwuyaniya xwe ji bo bernama 'True Crime Arizona' yê da û sûcê xwe qebûl kir. Sheafe got ku serpereştên dînî xelkê şaş îdare dikin û got:
“Şeva Yekşemê seet di 02.00an de çûm mala wî û min ew kuşt.”
Sheafe, ne tenê kuştina navborî lê planên xwe yên din jî aşkera kir û got plan kiribû ku wê 14 rahîban bikuşta û ji bo plana yekem navê "Operation First Commandment" (Fermana operasyona ewilî) dayê.
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




