Li Îzmîrê agir bi daristanê ket: Xaniyan tehliye kirin û rêya otoyan hat girtin

Li Îzmîrê agir bi daristanê ket: Xaniyan tehliye kirin û rêya otoyan hat girtin

PeyamaKurd – Li bajarê Îzmîr a Tirkiyê, li Aliağayê ji gilêşan şewat derket û ket nav daristanê. Ji hewayê 5 balafir, 5 helîkopter û ji bejayiyê gelek alav û kes dixebitin da agir vemirînin. Xaniyan tehliye kirin û rêyên otoyan ji bo çûnûhatê girtin.

Ji bo agir vemirînin ji bejayiyê de 25 arazoz, 9 heb alavên dagirtina avê û 5 dozer dixebitin.

Hat ragihandin ku kesê bûye sedema derketina şewatê ji aliyê cendirmeyan de tesbît bûye û ew girtine. Taxa Bozköyê bi sedema tedbîrê hat valakirin.

Ev nivîs 131 car hatiye xwendin.