Welîd Canbolad: “Divê çek, tenê di destê dewletê de bin”

Welîd Canbolad: “Divê çek, tenê di destê dewletê de bin”

PeyamaKurd – Serokê Durziyê Lubnanê û hem serokê Partiya Sosyalîst ya Pêşverû Welîd Canpolat ragihand ku divê çek di destê dewletê de bin û behsa girîngiya bîra têkoşînê ya ji bo bigihînin nesla nû, kir. Canbolat hem behsa bêçekkirina Hîzbûllahê kir û got divê civaka navdewletî zorê bide ser Hîzbûllahê.

Canbolat, li Beyrûdê civûneka çapemeniyê li dar xist û got:

“Divê sîlih tenê di destê dewletê de be. Eger partiyên çekdar yên xwexiyê çekan di nav Lubnanê de hebin an ne Lubnanî bin, divê çekên xwe bi awayekî maqûlane teslîmê dewletê bikin.”

Canbolat ragihand ku ji serokê Lubnanê Joseph Awn re gotiye ku li Cebel-î Lubnan li gundê Muxtara ku nûfûsa Durziyan lê zêdeye li gund çek hene û ji serokkomar xwestiye ku hêzên asayîşê wan sîlihan teslîm bigrin.

Canbolat got ku di 7ê Gulana 2008an de piştî rageşiya di navbera Partiya Sosoyalîst ya Pêşverû û Hîzbûllahê de  rageşî çêbû, çekên biçûk û yên orte hêj 3 hefte derbas nebû teslîmê dewletê kiribûn, dewletê çekan berhev kiribû û ji bo Rojhilata Navîn laperekî nûh vebû. Canbolat weha dewam kir:

“Çeka nesla nû êdî bîra wan e. Divê em mirasa bîra qehremaniyê ji nesla nû re li hemberê Îsraîlê û hevkarên wê bihêlin. Ez bang dikim ku hêzên asayîşa navxwe yên Lubnanê divê xwurt bibe, gundên di bin îşxala Îsraîlê de wêran û xerabene û divê biryara Neteweyên Yekgirtî ya Konseya Ewlehiyê ya jimare 1701 bê bicîhanîn…”

Ragihandina Canbolat ket wexta ku DYA zorê dide ser Hîzbûllahê da çekan deyne lê Hîzbûllah danîna çekan qebûl nake. Niha di destê Îsraîlê de 5 girên stratejik yên Lubnanê hene.

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.